Serok Barzanî û James Jeffrey yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

22-09-2020
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî James Jeffrey
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey civiyan û di wê civînê de behs paşeroja gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û behsa wan hewlan kirin ku ji bo diyalog û nêzîkbûna aliyên Kurdî wê parçeya Kurdistanê hatine encamdan.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 22yê Îlona 2020an li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey û şanda ligel kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Serok Mesûd Barzanî, di wê hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên yên navçeyê nirxandin û James Jffrey di derbarê stratejî û nêrîna welatê xwe ya li ser diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Hewlêr û Bexda û herwiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê ji bo Serok Barzanî behs kir.

Di beşeke din hevdîtinê de herdu aliyan  mijara paşeroja gelê Kurd Rojavayê Kurdistanê û Sûriye nirxandin û behsa wan hewlan kirin ku ji bo diyalog û nêzîkbûna aliyên Kurdî yên Rojavayê hatine encamdan.

Her di wê civînê de ji bilî balkişandina li ser mayîna gefên DAIŞê, tekezî li ser hevpeymanî û hemahengiya herdu aliyan a di şerê DAIŞê de kirin.

Herwiha pirsa koçberan û vegerandina wan a bo navçeyên wan mijareke din a wê hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst