Leşkerên Îranê kolberekî Kurd ê 20 salî kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li zozanên Kêleşînê (Kelaşînê) ku dikeve navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ê 20 salî bi destê hêzên parastina sînorî yên Îranê hat kuştin û kolberek jî birîndar bû.
Çavkaniyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, hêzên Îranê komeke kolberên Kurd dane ber gulleyan.
Li gor wan çavkaniyan, welatiyê bi navê Rêbwar Omerzade di dema karê kolberiyê de kete ber teqeya pasevanên sînorî yên Îranê û demildest canê xwe ji dest daye.
Rêbwar Omerzade 20 salî û xelkê gundê Pûşawe yê bajarê Şinoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye.
Di heman bûyerê de, kolberekî din jî birîndar bûye. Nasnemeya wî kesî, weke Resûl Goran hatiye ragihandin ku xelkê gundê Kanî Reşê yê Şinoyê bûye.
Di derbarê vê bûyerê de heya niha Îranê ti daxuyaniyek nedaye.
Ji ber nebûna derfetên kar û hejariyê, hejmareke zêde ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên ku li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dijîn, bi neçarî ji bo dabînkirina debara jiyana xwe kolberiyê dikin û kelûpelan li ser pişta xwe vediguhêzin û li hember vî karî pereyekî kêm werdigrin.
Salane gelek kesên kolber ji aliyê hêzên Îranê ve li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tên kuştin û birîndarkirin.
Navçeyên Kurdî û bi giştî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, ji hejartirîn navçe û parêzgehên Îranê ne û rêjeya bêkariyê li wan navçeyan gelek ji asta Îranê bilindtir e.