Li Kerkûkê nehiştin Kurdên Feylî bîranîna Aşûrayê bikin

Kerkûk (Rûdaw) – Şîeyên li Kerkûkê ji salên derbasbûyî ciyawaztir, li piraniya taxên wî bajarî bîranîna Aşûrayê kirin.

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, Şîe ji aliyê siyasî û leşkerî ve li Kerkûkê zêde dibin, dirûşma wan a îsal a Aşûrayê "Aştiya niştimanî û pêkanîna hikûmeteke dûr ji gendeliyê" bû.

 

Kurdên Feylî her sal beşdarî bîranîna Aşûra dibûn, lê belê îsal rê nedan ku ew jî beşdarî merasîmê bibin û ew jî ji dûr ve ji bo Hz. Husên giriyan.

 

Ednan Salih ku Kurdekî Feylî ye dibêje: “Li nav vî bajarî tenê li me zilm kirin, nehiştin koma me hebe di merasîmê de û rêya me girtin. Salên berê bi spasî ve, qet nebe em diparastin û koma me jî hebû. Lê îsal ew parastina ewlehiyê tinebû û nehiştin em beşdar bibin.”

 

Bi dehan serayeyên Heşda Şeibî, mefrezeyên polîs û hêzên Iraqî ji bo parastina merasîma îsal a Aşûrayê li Kerkûkê di rewşa amadebaşiyê de bûn.