Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 17 birîndar

22-09-2018
RÛDAW
Birîna 3 kesan dijwar e
Birîna 3 kesan dijwar e
Nîşan Dîlok Bêlqîs Riha Karker
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkerên çandiniyê wergeriya û di encam de 5 jê zarok 17 kes birîndar bûn û birîna 3 kesan jî dijwar e.

 

Mînîbusa ku Sînan Burdakoçî diajot li rêbeja Dîlok-Bêlqîsê wergeriya. Di bûyerê de şofêr û 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Hat ragihandin ku tîmên tendirûstiyê birîndar veguhestine Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqîsê.


Ji birîndaran 3 kesên ku jiyana wan di metirsiyê de ye bo nexweşxaneyên taybet ên bajêr hatin veguhstin. Hat ragihandin ku buyer ji ber teqîna tekelê mînîbusê çêbûye.


Ew karker li zeviyên pîvazan ên li Enqerê kar dikirin û vedigeriyan bajarê xwe Rihaya Bakurê Kurdistanê. Herwiha 5 ji birîndaran jî zarok in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst