Galeriya wêneyan

22-09-2017
14 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP/ Safin Hamed

 

Li Kampa Cêjnîkanê ya li nêzîkî Hewlêrê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA) – mîtîngek bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk anî.

 

Bi sedan kes ji endam, alîgir û malbatên PDKÎyê di mîtîngê beşdar bûn û piştgiriya xwe ji xelkê Başûr û referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê re anîn ziman.

 

Sekreterê PDKÎyê Mistefa Hicrî jî beşdarî mîtîngî bû û piştgiriya xwe bo referanduma li Başûrê Kurdistanê ragihand.

 

Mistefa Hicrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Em hêvîdarin ku xelkê Başûrê Kurdistanê bi yekrengî û yekdengî biçin ser sindoqên dengdanê bo diyarkirina çarenivîsa xwe.”

 

Hicrî da xuyakirin: “Em hêvî dikin gefa neyar û dujminên Kurd weke berê nekaribe îradeya wan lawaz bike.”

 

Sekreterê PDKÎyê destnîşan kir: “Serkevtin bo gelê Kurdistanê ye û em hêvîdarin ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê di demek nêzîk de bibînin.”