Li Amedê Narîna 8 salî 2 roj in winda ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê zarokeke 8 salî ji roja Çarşemê ve winda ye û karûbarên lêgerîna wê berdewam dikin.

Narîn Gurana 8 salî demjimêr derdora 15:00ê roja çarşemê li gundê Çûlyeyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû.

Li ser agahdarkirina malbata zaroka 8 salî,  tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cendermeyan ji bo dîtina wê li derdora gund  xebat da destpêkirin.

Xebatên lêgerînê roja îro jî berdewam kir û heta niha nehatiye dîtin.

Arîf Guranê bavê Narîn Gûranê ragihand ku ew li her cihî li keça xwe digerin û got:

“Niha tîman xebatên xwe di kanala avdanê de zêde kirine. Tîm bêyî rawestan ji duh ve li ser xebatên lêgerînê berdewam dikin.”