Li Dêrsimê otomobîl û kamyon li hev qelibîn: 2 mirî û 6 birîndar

22-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsima ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û kamyonek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku plaqeya wê 12 ACC 814 ye û nasnameya şoforê wê hîn nehatiye kifşkirin û kamyona ku nasnameya şoforê wê û plaqeya wê ne diyar li ser rêya Dêrsim û Erzinganê li  Pireya Pahê li hev qelibîn.

Di qezayê de 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.

Birîndar bi destê ekîban ji otomobîlê hatin derxistin û tîmên tenduristiyê ew bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Ji birîndaran 2 kes tevî midaxeleyan xilas nebûn û wan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst