QERS - Agir bi malê ket: Dayik û 2 zarokên xwe tê de asê man

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Efxan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket.

Jineke Efxan û 2 zarokên xwe di malê de asê man.

Li Taxa Sukapiyê ya Qersê ji ber sedemeke ku nayê zanîn, agir bi qata xwarê ya maleke duqatî ket.

Li vê malê jineke Efxan tevî du zarokên xwe diman û ew di nav agir de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, yên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Jina Efxan a bi navê Raziye Heydarî û zarokên wê Sajjid Heydarî yê 8 salî û Soubhan Heydarî yê 4 salî ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve ji nav agir hatin derxistin.

Her sê endamên malbata Efxan ên di nav agir de mabûn piştî ku hatin derxistin birin nexweşxaneyê.

Agir di encama xebata tîman de hat vemirandin lê ziyanên madî çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst