Li Wanê 59 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 59 qaçaxçiyên koçberan hatibûn desteserkirin, 37 ji wan hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku li Wan û navçeyên wê 59 qaçaxçiyên koçberan ên ku derbarê wan de biryara girtinê hebû, hatine desteserkirin.

Yerlikaya li ser girtina qaçaxçiyên koçberan got:

“Fermandariya Cendirmeyan a Wanê ji bo girtina qeçaxçiyên koçberan ên ku derbarê wan de biryara girtinê hebû operasyonek kir.

Di operasyonê de 59 qeçaxçiyên koçberan hatin girtin.”