Li Nisêbînê firotina madeyên hişbir: Polîs çavên xwe jê re digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Omer Faruk Gergerlioglu got, “Li Nisêbînê firotina madeyên hişbir gelekî zêde bûye û polîs çavên xwe ji firotina madeyên hişbir re digirin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Omer Farûk Gergerlîoglu derbarê firotina madeyên hişbir a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, pirsnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

“Polîs çavên xwe ji firotina madeyên hişbir re digirin”

Omer Farûk Gergerlîoglu li ser firotina madeyên hişbir a li Nisêbînê got:

“Ji Nisêbîna Mêrdînê agahî ji me re tên. Firotina madeyên hişbir gelekî zêde bûye.

Em li vê derê li ser navê Nisêbîniyan radigihînin.

Bi rastî li çar aliyên welat polîs ji firotina madeyên hişbir re çavên xwe digirin.

Bi vî awayî nabe, em dev ji vê yekê bernadin.”

Omer Farûk Gergerlîoglu, derbarê firotina madeyên hişbir a li Nisêbînê pirsnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya xwest ku bersiva van pirsan bide:

1- Îdiayên ku hatine nivîsandin rast in?

2- Eger ev îdia rast bin, derbarê mijarê de lêpirsînek hatiye destpêkirin?

3- Wezareta we li Nisêbîna Mêrdînê li dijî madeyên hişbir xebatekê dike?

4- Wezareta we ji bo hişyarkirina ciwanan a li dijî madeyên hişbir kîjan xebatan dike?

5- Wezareta we ji bo ku welatiyan han bide (teşwîq bike) daku giliyê bazirganên madeyên hişbir bikin kîjan xebatan dike? Eger dike ev xebat çi ne?