URMIYE - Di 4 mehan de 100 hezar kesî bi rêya balafirgehê geşt kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Balafirgehên Parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku di çar mehên borî de zêdeyî 100 hezar kesî bi rêya Balafirgeha Urmiyeyê sefer kiriye.

Bi vê yekê re hejmara rojane ya kesên ku bi rêya wê firokexaneyê geşt kiriye gihiştiye zêdetir ji 800 kesî.

Hejmara geştên esmanî îsal li gorî par kêm bûye

Rêveberê Giştî yê Balafirgehên Urmiyeyê Mihemed Elî Naîl Qeremelikî, di civîneke çapemeniyê de ragihand ku li Balafirgeha Navdewletî ya Urmiyeyê hejmara geştên esmanî îsal li gorî par kêm bûye.

Qeremelikî herwiha destnîşan kir ku hejmara kesên di çar mehên borî de bi rêya wê firokexaneyê geşt kiriye, li gorî par gelekî zêdetir e.

Mihemed Elî Naîl Qeremelikî got, sala borî di heman heyamê de li Balafirgeha Urmiyeyê 924 geştên esmanî hatibûn kirin.

Îsal ev hejmar bi ser 100 hezarî ketiye

Qeremelikî da zanîn ku îsal hejmar daketiye 900 geştên esmanî ku ji aliyê 8 kompanyayan ve tên kirin.

Qeremelikî derbarê hejmara geştyaran de jî got, di çar mehên destpêkê yên sala borî de 99 hezar kesan bi rêya Firokexaneya Urmiyeyê sefer kiriye lê îsal ev hejmar bi ser 100 hezarî ketiye.

Mihemed Elî Naîl Qeremelikî herwiha amaje bi geştên derveyî welat jî kir û got ku her hefte ji Firokexaneya Urmiyeyê ber bi Stenbolê ve du geştên esmanî tên kirin.

Herwiha îsal jî wekî salên borî geştên esmanî yên ku heciyên parêzgeh Urmiyeyê veguhestin Erebistana Siûdiyê û ziyaretkarên mezargehên pîroz ên Şîeyan veguhestin Îraqê hatine kirin.

Qeremelikî amaje pê kir ku ew plan dikin îsal ji bo merasîmên çilê Îmam Hiseyn ziyaretkarên Şîe veguhêzin.

Rêveberê Giştî yê Firokexaneyên Urmiyeyê herwiha ragihand:

"Ji bo veguhestina ziyaretkarên çilê Îmam Hiseyn, 4 geşt ji Firokexaneya Urmiyeyê ber bi Firokexaneya Necefê ve û berovajiyê wê hatine terxankirin.

320-330 kes dikarin ji van geştan sûd wergirin."

“Li Balafirgeha Xoyê tenê du geştên esmanî hene”

Qeremelikî behsa geştên Balafirgeh bajarê Xoyê jî kir û got ku li wê balafirgehê hefteyê tenê du geştên esmanî hene.

Qeremelikî ragihand ku ew hewla zêdekirina geştan didin lê derbarê hejmara geştyarên Balafirgeha Xoyê de ti amar nedan.