Hunermenda Kurd a nexweşa penceşêrê hat girtin

22-08-2023
Nîşan Emel Çîftçî Hunermenda Kurd Penceşêr Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Emel Çîftçiya ku nexweşa penceşêrê ye û tedawî dibe hat girtin.

Hunermenda Kurd bi hinceta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” hat girtin.

Emel Çîftçî doh ji bo ku ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê tedawî bibe li Amedê çû nexweşxaneyê.

Çîftçî li wê derê ji aliyê polîsan ve hat destserkirin.  

Li gorî agahiyên di Ajansa Mezopotamyayê de hatine bekavkirin, polîsan piştre Çîftçî bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Li ser îfadeyên “şahidhalê nihênî” ji Emel Çîftçiyê re cezayê girtinê hat xwestin û wan ew şand Dadgeha Amedê.

Dadeghê biryara girtinê da

Dadgehê derbarê hunermenda Kurde de bi hinceta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” biryara girtinê da.

Emel Çîftçiyê û parêzerên wê li dadgehê diyar kir ku ew nexweşa penceşêrê ye û divê bi lez were emeliyatkirin.

Herwiha parêzeran raporên derbarê nexweşiya wê de pêşkêşî dadgehê kirin.

“Gumana revê heye”

Li gel ku rapor hatin nîşandan jî dadwer bi hinceta ku “gumana revê heye” derbarê wê hunermenda Kurd de biryara girtinê da.

Piştî biryara dadgehê, ekîban Emel Çîftçî bir Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.

Hat zanîn ku Çîftçî ji bilî penceşêrê herwiha nexweşa tîroîda bijehr e.

Li aliyê din, lêpirsîna di heqê Emel Çîftçiyê de, di çarçoveya lêkolînên serdozgeriyên Êlih û Enqereyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst