Alîgirên Emşatê li Efrînê heqaret li Amerîkayê kir

22-08-2023
RÛDAW
Amerîkayê fermandarên grûpên çekdar ên Hemzat û Emşatê ceza kirin
Amerîkayê fermandarên grûpên çekdar ên Hemzat û Emşatê ceza kirin
Nîşan Amerîka Efrîn Hemzat Firqeya Hemzat Emşat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê du grûpên çekdarên ên opozîsyona Sûriyeyê li Efrînê ceza kirin.

Grûpa Emşatê û Grûpa Hemzatê di nav Îtilafa Sûriyeyê de hêzên çekdarî yên mezin in.

Navê wan Artêşa Niştimaniya Sûriyeyê ye lê ala Tirkiyeyê li ser serdilk û milên wan e.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê  grûpa Siltan Silêman Şahê ya bi fermandariya Mihemed el-Casim Ebû Emşe û Grûpa Hemzatê ya bi fermandariya Seyf Bolad Ebû Bekir xistine lîsteya sizayan.

Her du grûpên çekdar bi sedema binpêkirinên wan ên li dijî Kurdên Efrînê hatin sizadan.

Ev mijara Podcasta Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê bû.

Berpirsê Pêwendiyên Hevpeymaniya Niştimanî Abdîn Reşo ku siyasetmedarekî Efrînî ye bû mêvanê Podcastê.

"Destpêka hilweşîna wan e"

Abdîn Reşo got, “Cezakirina wan her du grûpan destpêka hilweşîna wan e.”

Kordînatorê Komîteya Şopandina Rastiyan a Bakurê Sûriyeyê Cîger Hisên jî got ku pêwîst ê civaka navdewletî grûpên çekdar bixe lîstaya terorê.

Piştî derçûna biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di mitîngekê de Fermandarê Emşatê li pêş çekdarên xwe, bi berdana guleyan heqaret li Amerîkayê kir.

Herwiha melayek jî li Efrînê li kêleka Ebû Emşe di mitîngê de axivî û got, “Li cem me ti qîmetê biryara Amerîkayê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst