Mela Bextiyar: Ev xemsarî partiyên Kurdistanê ditirsîne

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan BestoonTalk Mela Bextiyar Herêma Kurdistanê PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar bû mêvanê Bestoon Talkê.

Mela Bextiyar, di bernameya Bestoon Talkê ya ku pêşkêşkarê Tora Meyayî ya Rûdawê Bêstûn Osman pêşkêş dike de bersiv dan pirsên ciwanan.

“Divê ev kongre bibe kongreya vejîna YNKyê”

Mela Bextiyar, bal kişande ser Kongreya 5an a YNKyê û got, “Heke Kongreya 5an jî wekî ya 4an be ku neyê lidarxistin çêtir e. Divê ev kongre bibe kongreya vejîna YNKyê.”

“Ev xemsarî partiyên Kurdistanê ditirsîne”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKyê li ser hilbijartinan got:

“Em vê carê ji hilbijartinan ditirsin. Gelek xewnên gelê me hebûn ku divabû piştî Raperînê pêk bihata lê mixabin xemsarî hate kirin, ev xemsarî partiyên Kurdistanê ditirsîne.

“Hêvîdar im ev tirs bibe haveynê guherînê”

Hêvîdar im ev tirs bibe haveynê guherîna sîstema birêvebirina Kurdistanê û bernameyên partiyan ji qonexên berê xelas bibin, derbasî qonaxeke hevdem, pêşketî, demokratîk û adil bibin.”

Mela Bextiyar da zanîn ku divê hemû partî guh li rexneyên xelkê bigirin û got, “Tirs nayê wateya têkçûnê, divê em xeletiyên xwe qebûl bikin û li xwe mikur werin.”

Hinek xalên ku Mela Bextiyar di Bestoon Talkê de amaje bi wan kir bi vî rengî ne:

“Dilgiraniyên dostên me zêde bûne”

“Fikarên li ser nebûna yekgirtina Hêzên Pêşmergeyan, girtin û kuştina rojnamegeran, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, navçeyên nakok, paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina temenê parlamentoyê van hemûyan dilgiraniya dostên me zêde kiriye.

"Wezîrên 4 welatan ji bo me tune bikin civiyan"

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îran û Tirkiyeyê re îhtimal nîne ku vegerin beriya rûxandina rêjîma Beasê.

Tirkiye û Îranê nekarîn wekî beriya dagirkirina Kuweytê di çarçoveya navneteweyî de nêzîkî pirsgirêka Kurd a li Başûrê Kurdistanê bibin.

Beriya dagirkirina Kuweytê, wezîrên derve yên her çar welatên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parvekirin, ji bo me tune bikin civiyan.

"Pêwendiyên aboriyê yên Tirkiyeyê bi Kurdistanê re baş in"

Ji sala 2003yan ve Îran ji aliyê siyasî, aborî û ewlehiyê ve bi Herêma Kurdistanê re mijûl dibe lê têkiliyên aboriyê yên Tirkiyeyê bi Îraq û Kurdistanê re baş in.

Îsal heta niha 6 milyar û 400 milyon dolar qebareya bazirganiyê di nav Îraq û Tirkiyeyê de çêbûye. Bazirganiya bi Îranê re nîvê vê yekê ye.

"Ditirsim Tirkiye û Îran hincetan bi kar bînin"

Li ba min ew tirs nîne ku Tirkiye û Îran wekî serdema Osmanî û Sefewiyan bi ser me de werin.

Ditirsim ku em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser nekin û ew hincetên ku ketine destê wan li dijî me bi kar bînin.

Eger em wan hincetan lawaz nekin em ê zererê bikin.

"Me nekarî xeyalên raperînê pêk bînin"

Me ji bo dadperwerî û demokrasiyê, li dijî dîktatoriyê şer kir lê dema em bûn desthilatdar me bi xwe nekarî demokrasiyê pêk bînin.

Yek ji mezintirîn kêmasiyên eniya Kurdistanî, bi taybetî ya YNK û PDKyê ew bû ku wan şerê navxweyî kir.

"Em 40 milyar dolarî deyndar in"

Em li Herêma Kurdistanê ji raperîna sala 1991ê ve, ev 32 sal in desthilat in. Dipirsim, 'Me kariye hemû xewn û sozên xweş ên çiyayan bi cih bînin?' Bi dîtina min me nekariye.

Welatekî wekî Singapurê ku ne petrol û ne çavkaniyên din ên xwezayî hene lê di 30 salî de bûye yek ji mînakên herî baş ên demokrasî û aboriyê.

Em piştî 32 sal desthilatdariyê, nêzîkî 40 milyar dolarî deyndar in.

"Îraq şert û mercên xwe li ser me ferz dike"

Sektora yekem a ku em têk çûn stratejiya aboriyê bû. Li Tirkiyeyê peymana me ya 50 salî bi dawî bû.

Dadgeha Parîsê, polîtîkaya me ya petrolê û peymanên bi şîrketên navneteweyî re red kirin.

Em dibînin ku niha Îraq şert û mercên xwe hêdî hêdî li ser me ferz dike.

Ne tenê dahata petrolê ji dest çû di heman demê de têkçûna vê polîtîkayê dê di warê siyasî û civakî de jî derkeve holê.

"Nêçîrvan Barzanî şahê Urdunê xist dewrê"

Ez ji bo dermankirinê çûm Urdun û Almanyayê. Dema ez li Urdunê bûm Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şahê Urdunê xist dewrê û wan bilez alîkariya min kir.

30 derzî li min dan daku jehr negihe mêjiyê min. Ez 16 rojan li nexweşxaneyeke Almanyayê emeliyat bûm.

Her roj 6 saetan di emeliyatê de bûm. Di rojeke wiha de, zilamekî wekî birêz Nêçîrvan li ba min bû. Bi ya min ev baştirîn dilsozî ye.

"Selefî dengên xwe nadin YNKyê"

Eger YNK an jî serkirdeyên wê çaverêya selefiyan bike ku dengan ji bo wê kom bike û wê ji zehmetiyên rizgar bike, xelet e.

Ne mimkin e selefî dengên xwe bidin partiyeke laîk.

"Li Kurdistanê bêhejmar kesên gendel hene"

Eger YNK û PDKyê di serdema desthilata xwe de 10 kesên ku wan gendelî kiriye, bi eşkereyî dadgeh bikirina, niha hejmara kesên ku gendeliyê li Herêma Kurdistanê dikin ew qasî zêde nedibû.

Li Herêma Kurdistanê bêhejmar kesên gendel hene.

Bi qasî ku ez dizanim kesên gendelî kiriye newêrin pereyên xwe têxin bankayan. Dibe ku piraniya wan pereyên xwe di jêrzemînan de veşêrin.

Bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn

Berpirsyarîya bûyerên 16ê Çiriya Pêşînê li ser milê beşeke YNKyê ye û nakeve ser milê polîtburoya partiyê.

Ew kes nehatin cezakirin berevajo di kongreya çaremîn a YNKyê de darbe li yên din hate kirin û wan partî xist di bin kontrola xwe de.

3 roj piştî 16ê Çiriya Pêşînê min got ku ev êrişeke stratejîk e li hemberî Kurdistanê. Birêz Kosret jî got ku ev dibe rûpeleke reş a dîrokî. Bi kurtî polîtburoya YNKyê ji wê yekê ne berpirs bû.

Kongreya 5an a YNKyê

Biryar e YNK 27ê Îlonê kongreya xwe ya pêncemîn li dar bixe. Eger ev kongre jî wekî kongreya berê pêk were, baştir e ku kongre neyê lidarxistin.

Eger em berî kongreyê kom bibin û pisgirêkan çareser bikin û biryarê li ser çawaniya sazkirin û rêkxistina YNKyê bidin wê demê lidarxistina kongreyê baş e.

Rêkeftinên bi Bexdayê re

Eger rexneyên zêdetir ên YNKyê hebûya, diviyabû bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê re çareser bikira.

Her rêkeftinek li gel Bexdayê, li derveyî rêzên yekgirtî yên Kurdayetiyê, darbeyek e li dijî Kurdayetiyê.

"Nifşê Nû dengê xwe zêde dike"

Di hilbijartinên vê carê yên parlementoyê de hemû partî, di nav de YNK û PDK dê dengên xwe kêm bikin.

Nifşê Nû dê vê carê dengên xwe zêde bike.

Di hilbijartinên parlementoyê yên dawî de kîjan partiyê sozên ku dabûn gelê Kurdistanê bi cih anîne?

Gelo karîne mûçeyên paşketine bidin û jiyan û rewşa aboriyê ya gel biguherin?

Ev sê meh in karmendan mûçe wernegirtine. Xelk dê çawa dengê xwe bidin wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst