Şirnex - Fîrdews Babat bi îşkenceyê hatiye kuştin, kujer li xwe mikur hat

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Fîrdews Babat a bi îşkenceyê hatiye kuştin, kujerê wê li xwe mikur hat.

Li bajarokê Sêgirik ê navçeya Qilebana Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Fîrdews Babat a ku 3 roj berê serê sibehê ji malê derketibû û gotibû “ez diçim ba hevala xwe” duh kuştî hatibû dîtin.

Di encama lêgerînan de termê Fîrdews Babat a 18 salî di çemê Hêzilê de nîv tazî û li ser laşê wê şopên lêdanê hebûn, di navbera du keviran de hat dîtin.

Hate diyarkirin ku li ser termê Fîrdews Babatê rastî şopa amûrên bibir, û guleyan hatine. Herwiha li ser stûyê Babatê şopên têlê hene û bi amûra birînê li ser pişta wê tîpa A hatiye xêzkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de kesên bi navê Sadî Babat, Ramazan Babat û Ahmet Babat hatin desteserkirin.

Piştî îfadeyan Sadî û Ramazan Babat serbets hatin berdan û Ahmet Babat di lêpirsîna li dozgeriyê de li sûcê xwe mikûr hat.

Ahmet Babat ji aliyê Dadweriya Cezaya Sulhê ya Qilabanê ve hat girtin û şandin girtîgehê.

Baroya Şirnexê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesê kujer li xwe mikur hatiye, û Navenda Mafên Jinan a Baroya Şirnexê tekez kirin ku dê bûyerê bişopînin.