Komkujiya Dekanê: 77 sivîl hatin şewitandin û tenê jinek rizgar bû

22-08-2022
RÛDAW
Di komkujiya gundê Dekan de 77 kesên sivîl hatibûn şewitandin û kuştin
Di komkujiya gundê Dekan de 77 kesên sivîl hatibûn şewitandin û kuştin
Nîşan Komkujiya Dekan Artêşa Iraqê Şêxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 53 sal bi ser komkojiya gundê Dekan derbas dibin ku di wê komkujiyê de 77 kesên sivîl hatibûn şewitandin û tenê jinek rizgar bibû. Kesûkarên qurbaniyan di xwazin gorên wan bêne hildan.

53 sal bi ser komkojiya gundê Dekan yê ser bi qezaya Şêxan ve derbas dibin, ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn şewitandin. Heta niha rûfatê wan 77 kesan nehatine derxistin.

Ew 77 rûfat di nav 4 gorên bi kom de hatibûn veşartin, kesûkarên wan jî di xwazin gorên wan bêne hildan.

Di sal 1969ê de xelkê Gundê Dekan yê ser bi qezaya Şêxan ve, piştî bo dema çend rojan ji tirsa artêşa Iraqê di şkefteke asê ya wî gundî de mayin, di roja 18 Tebxê de leşkeran êrîşî wan kirin, di serî de agir leşkeran agir berda pişû û darên derdora şkeftê, heya ku agir gehiştî nava şkeftê û 77 kes têde şewtîn.

 Şehîdên şkefta Dekan zarok û jin û zilam kesên danemir bûn, temenê wan di navbera 3 rojî heta 90 salî sabûn.

Tenê yek jin di wê komkojiyê de bi birîndarî rizgar bibû. Piştî 15 rojan ji komkujiyê xelkê gund li gel pêşmergeyan term ji şkeftê derêxistin û di çar gorên bi kom de hatîne veşartin.

Xelkê gund daxwaz dikin gorên wan bêne hildan û her yekê bikin di gorekê de.

Nûnerê Qurbaniyên Gundê Dekanê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku heta niha ti tişek ji bo qorbaniyan nehatiye kirin û ew dixwazin manomentekê ji bo şehîdan were çêkirin û got: “Artêşa Iraqê ji çar aliyan ve êrîşî gundê Dekan kirin. Hata niha navê 25 şehîdên Dekan nehatine tomarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst