Ceyş el-Islam rê nade malbateke ji Serê Kaniyê vegere mala xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li bajarê Serê Kaniyê rê nadin malbateke Kurd a Êzdî derbasî mala xwe bibe û dest danîne ser mal û milkên wê malbata Kurd.

Malbata Silo, ku malbateke Kurd û Êzdî û ji gundê Sikere yê ser bi Serê Kaniyê ve ye, zêdetirî salekê ye ku ji çekdarên grûpa Ceyş el-Islam a ser bi Tirkiyê ve dixwazin mal û erdên wan ên çandiniyê li wan vegerînin, lê heya niha çekdarên wê grûpê ew mal û milk li malbatê nevegerandine.

Çekdarên wê grûpê ligel encûmena xwecihî ya Serê Kaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye danîn, erdên Malbata Silo ên çandiniyê ji xwe re bikar tînin û dahata wê di navbera xwe de belav dikin.

Li gor agahiyan, çekdarên Ceyş el-Islam dest bi ser 750 donim erdê çandiniyê û 4 bîrên avê yên wê malabtê de girtine û ji wêstgeha Elokê elektrîk birine bo nav wan erdan.

Grûpa Ceyş el-Islam rê nade ew malbata Kurd a Êzdî biçe nava mala xwe û ji ber vê yekê niha li navçeyeke vala li nêzîkî mala xwe dimînin.

Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê agahiyên derbarê wê malbatê de piştrast kirine.