Xarpêt (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê gola tektonik a Hazarê bûye navendek sereke ya geştîyariyan.
Dîroka gola Hazarê li gor jeologan, vedigere berî niha 3 milyon salan û yek ji xeta erdhejê ya metirsîdar a rojhilata Anatolyayê di bin golê de derbas dibe ku gelek caran erdhejên ku zirar û ziyanek canî jî dane lê qewimîne. Gola Hazarê di werza havînê de ji geştiyarên bajarên Bakurê Kurdistanê re bûye navend ku salane di werza havînê de zêdetirî milyonek geştyar seredana wir dikin. Li dev û dorên golê 100 xalên kamp danînê û otel di xizmeta geştîyaranda ne.
20 kîlometir li rojhilatê başûrê parêzgeha Xarpêtê ango elezîzê gola tektonik Hazar heye. Li gor efsaneyekê bavê Hz Îbrahîm Azer ji ber ku Riha gelek germbûye bi kes û karen xwe re havînan dihat li çîyayên li dev û dorên golê çend mehan derbas dikirin û payîzê dizivirîn Rihayê û ji ber wê ye navê wî çiyayê bûye Çiyayê Hazar û navê golê jî bûye gola Hazar ango Hazar gol. Lê weke vê efsaneye çendîn efsaneyên din jî di zimanê xelkê herêmê de ne ku li gor baweriya wan navê golê ji wan efsaneyan ma ye.
Jeolog Şefîk Îmamoglû dibêje: “Ev gola Hazarê, golekî tektonîke û li ser xeta erdhejê ya rojhilatê Anadolê dimîne. Emrê gola Hazarê ji çêbûna wê heta niha nêzîkî 3 milyon sal in. Lê çêbûna wê ya niha em bejin di serdema guartenerê de em dikarin bejin ku milyonek sal e.”
Gola ku emre wê ji navê wê mestir e di navbera îiyayên Mastar, Çelembik, Hazar Baba û çîiayên Kuşakçi de cih digre û ji behrê 1250 metre bilindtir e. Gola Hazar ango Hazar Gol bi dorhêla xwe ya 81 kîlometir çargoşe jî yek ji navendên herî xweş a geştyarî û werzîşên havînî nê ye.
Li dev û dorên gola Hazarê nêzîkî 100 xalên mezin ê kamp danînê yê bi vî rengî hene ku di werza havînê de ji tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê geştyar tên û lê betlana xwe lê derbas dikin.
Geştyar Hîra Altintaş jî got: “Hazar bi rastî jî cîhek gelek xweş e. Hem ava wê, hem ew jî em lê dimînin, hem însanê vir gelek xwîngerm in. Pêwendîyên me yên cîrantiyê gelek baş in. Min vir eciband ez ji herkesi re pêşnîyaz dikim.”
Geştyar Fevziyê Ulaş jî got: “Em ji Dêrikê hatine. Kurên min in, bûkê min in. Zzarokê min in em hatine kêfê bikin.”
Li plaja li gola Hazar 120 kîlometreyan ji Amedê dûr e, û ji 12 kampên cûda cûda pêk tê.
Geştyar Reyhan Ûlaş jî dibêje: “Me kuçik dada, me goştê sor anî, me têl ji xwe re çêkir,kebabê me hebû. Fêkî hebûn, her tiştek me hebû. Me ji xwe re çêkir xwar û îja em niha zebeşê xwe dixwin heya êvarê em dê li virbin û piştre herin mala xwe.”
Geştyar Helîme Ekîcî jî wiha axivî: “Ez sê salin têm vira. Cîhek zehf xweş e. Gelek baş e. Werin weke hûn li mala xwe bin.”
Geştyar Mesût Sarûhan jî dibêje: “Antalya, Stenbol wan derana bi me biha ne. Bi ya min be millete me ên vir divê hemû werin vir. Li vir jî tav heye av heye.”
Bi ava xwe ya paqij bi hewaya xweya hênik, bi otêlên di standardên baş de û bi cîhên kampê Hazar bi alternatîfên cûr be cûr xizmet didin geştyaran û li gor cîhên geştîyarîyê ên rojavayê Tirkiyê jî hem nêzîk e hem jî ji wan cîhan gelek erzantir e.
Xwedîyê Kampînga Esîntî Amed Zinar Sevîk jî got: “Ev 14 salin li vir kampa me heye. Em dixwazin ji Kurdistanê, ji Hewlêrê, ji Duhokê,j i Silêmanîyê mêvanên me werin. Ev der nêzîktir e. Em li ber hevdû ne, ew werim em dê kêfxweştir bin, ez bawerim ew jî dê kêfxweş bin.”
Firnecî Ezîz Karaman jî dibêje: “Însanên me yê ku ji derva werin dikarin li vir hemû pêwîstîyên xwe bicîh bikin. Qesap heye,firin heye, xwaringeh heye.”
Cîgerfiroş Servet Tarhan jî got: “Çar salin ez vê kargehê dişixulînim. Hazara me goleke pir xweş e. Ji xelkê Amedê re xizmetek pir baş dike.”
Li gor zanyariyên xwediyên kampan salane zêdetirî milyonek geştyar seredana kamp û hotelên gola Hazarê dikin ku beşek ji wan rojane tên û diçin beşek ji wan jî demdirêj betlana xwe li Hazarê derbas dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse