Sancar li ser pirsa Rûdawê ya “barhilgira sêyemîn a di qezaya Dêrikê de”: Dîmen hene

22-08-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan HDP Bûyera Dêrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Duşemê serdana navçeya Dêrikê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da. Mîthat Sancar diyar kir ku di bûyerê de barhilgireke sêyem jî heye û got, “Niha, berî ku ew bigihêje cihê qezayê, êdî em nizanin ji ber çi sedemê, li kêleka rê tekerên wê teqiyane û rawestiyaye. Dibe ku girîngiya vê yekê hebe lê divê em lêkolîn bikin ka ev girîngî çi ye.”

Sancar her wiha li ser redkirina hebûna barhilgireke sêyem ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî got, “Mijara hebûna barhilgireke sêyemîn ji ber ku red dike girîngtir dibe.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar û şanda pê re îro Duşemê 22ê Tebaxa 2022an gihîştine navçeya Dêrikê û serdana cihê bûyerê kirin, her wiha ji bo sersaxiyê serdana merivên wan kesan kirin ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane.

Sancar li Firokexaneya Mêrdînê hat pêşwazîkirin, tevî Berdevka HDPê Ebru Gunay, Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDPê Hasan Ozguneş, Kemal Pekoz û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk serdana malbatên kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane kir.

Piştî serdan û hevdîtinan, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar daxuyaniyek da medyayê.

Turk: Dilê hemû gelê Kurd û Kurdistanê dişewite

Ahmet Turk dest bi daxuyaniya çapemeniyê kir û bûyer weke “kareseteke mezin” bi nav kir û got, “Berpirsên vê felaketê hene, wê bi demê re eşkere bibin. Em ê xebatên têkildarî vê yekê bimeşînin.”

Turk diyar kir ku îro ne tenê dilê gelê Dêrikê, dilê hemû gelê Kurd û Kurdistanê dişewite û got, “Îro em hemû vê êşê di dilê xwe de hildigirin lê ji sebrê pê ve tiştekî din nayê gotin. Dema em li barhilgirên ku bûne sedema vê karesatê dinêrin, ji barhilgirên kevn kirine TIR. Mixabin heta niha ne kontrol û ne jî tiştekî din li ser barhilgiran nehatiye kirin. Li welatekî wisa bêserûber ji karesatê wisa xwezayîtir tiştek tune. Ji bo dîtina berpirsên vê bûyerê dê xebatên pêwîst bên kirin. Spas ji gelê me re. Sersaxî ji gelê Dêrikê re.”

Sancar: Li aliyekî bûyerê xemsariya berdewam heye

Hevserokê Giştî yê HDPê Sancar jî diyar kir ku di 20ê Tebaxê de li Dîlok û Mêrdînê du karesatên cuda rû dane û got, “Ji destpêkê ve diyar bikim ku karesata li Dêrikê xwedî aliyên taybet e. Ne pêkan e ku em karesata li vir wekî qezayeke asayî derbas bikin. Li aliyekî bûyerê xemsariya berdewam heye. Di destpêka xemsariyan de rê hatiye dayîn ku ji navenda bajêr barhilgir tonên zêde û barên xeternak derbas bibin. Barhilgirên bi tonên giran û madeyên xeternak di nava bajêr re derbas dibin. Divê ev yek bi ti awayî pêk neyê, destûr neyê dayîn.”

Sancar destnîşan kir ku li Dêrikê Tesîsên Etî Bakir jî hene û ji ber vê yekê barhilgirên fosfatê jî, tevî ku di ser qezaya yekem de 20 deqîqe derbas bûbin jî tedbîr nehatine girtin û ev karesat pêk hatiye.

Sancar got, “Bi salan e li Dêrikê rêyek ji derdora bajêr re nayê çêkirin, sedema bingehîn a ku vê qezayê vediguherîne karesatê ye. Weke partî me bi salan li parlamento û platformên din ev yek anî ziman. Parlamenterên me ji bo li Dêrikê rêya derdora bajêr bê çêkirin pêşniyarname pêşkêş kirin. Dipirsin çima nehat kirin. Hevalên me her carê daxwaz ji sazî û wezaretên pêwendîdar kirin lê yek ji wan jî li ber çavan nehat girtin.”

"Hûn çi vedişêrin?"

Sancar bi bîr xist ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê di roja bûyerê de biryara qedexeya weşanê daye û wiha dewam kir, “Nû di çapemeniyê de derket. Hûn çi vedişêrin? Binêrin, li vir tesîsên Eti Bakir hene. Hat zanîn ku Tesîsên Eti Bakir yên Cengîz Holdîngê ne. Ji Mazîdagî heta Amedê rêya trênê hat danîn. Tenê ji bo ku sewqiyata Eti Bakir ewletir û hêsantir be. Ji bo ku ew bêtir qezenc bikin. Li beşeke girîng a rêya Mêrdîn-Amedê bircên ewlehiyê hene, ev birc ji bo ewlehiya barhilgirên Cengîz Holdingê hatine çêkirin. Cengîz Holdîng hem îhaleyên rêya hesinî ya Mazîdag-Amedê û hem jî bircên ewlehiyê yên li ser rêya Mêrdîn-Amedê bi dest xist. Daxuyaniya Cengîz Holdîngê ya ku dibêje di vê bûyerê de tu berpirsyariya min tune ye weke daxuyaniya Wezîrê Navxwe veşartina tawanan nîşan dide. Ev rûyê karesatê yê ku xuya dike ye. Di bingeha vê de hişmendiyek heye. Dema mijar dibe ewlekarî, hikûmetek heye ku ewlekariya gel nafikire. Dema ku dor tê ser ewlehiyê, têgihiştina rêveberî û hêzê li ser bingeha ewlehiya xwe heye. Dema ku dor tê ser ewlehiyê, têgihiştinek hêzê heye ku ewlehiya sermaye an jî sermayeya nêzikî xwe dihesibîne.”

"Ev dozeke wek Duşema Sor e"

Mîthat Sancar anî ziman ku ji ber van sedeman mirov nikare ji bûyerê re bibêje "qezayeke asayî" û got, "Ev ne qezayeke asayî ye. Ev bûyerek wek Duşema Sor e. Li ber çavan kuştin hate kirin. Heger ev tedbîr hemû bihatana girtin, îro li Dêrikê 21 kesan canê xwe ji dest nedidan. Belê, siyasetên ku ji bo bidestxistina her cure qazanc û qazancên bilind têne meşandin û ev hemû xeletî û encamên derûnî yên ku li ser jiyan û ewlehiya xelkê bajarên Kurdan diyar in.

Hevserokê Giştî yê HDPê Sancar got, “Berpirsyarê vê bûyerê desthilatdarî bi xwe ye” û anî ziman, “Tişta rast a li şûna ku werin vir û sebrê ji gel re bixwazin, îstifaya hemû wezîrên pêwendîdar bi taybetî jî îstifakirina Wezîrê Navxwe ye. Heger dema ku hûn ji xelkê re sebrê dixwazin ji dil û can bin, hûn ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û ya pêwîst bikin. Ev hikûmet û hişmendiya ku nûnertiya wê dike, weke barhilgireke mezin a ku frenên wê teqiyane, li ser welêt de hilweşiyaye.”

“Divê lêpirsîn li ser barhilgira sêyemîn bê kirin”

Sancar li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ku got, dibêjin barhilgireke sêyemîn jî heye got, “Agahdarî û wêneyên ku ketine destê me, ku karmendekî birêz ê çapemeniyê bi xwe ev bûyer şopandiye, erê, dîmenên barhilgira sêyemîn jî nêzî bûyerê hene. Niha, berî ku ew bigihêje cihê qezayê, êdî em nizanin ji ber çi sedemê, li kêleka rê tekerên wê teqiyane û rawestiyaye. Dibe ku girîngiya vê yekê hebe lê divê em lêkolîn bikin ka ev girîngî çi ye. Ya girîngtir jî Wezîrê Navxwe hebûna barhilgira sêyemîn red kir û înkar kir û got ku derew e. Mijara hebûna barhilgireke sêyemîn ji ber ku red dike girîngtir dibe. Ez meraq dikim ka ev barhilgira sêyemîn tê çi wateyê. Heger Suleyman Soylu hebûna vê barhilgirê înkar nekira, belkî me di çarçoveya ku min behs kir de binirxanda lê pêwîst e bi hesasiyet li ser bê rawestîn û rastiyê derxin holê.”

Roja Şemiyê 20ê Tebaxa 2022an di bûyerekê trafîkê ya li navçeya Dêrikê ya ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê de, du barhilgirên ku tê gotin frênên wan teqiyabûn, ketin nav girseya xelkê û di encamê de 20 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh didomin û her du şofêrên TIRan ên ku bûne sedema bûyerê, bi biryara Dadgeha Dêrikê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst