Ala Kurdistanê li ser Çiyayê Everestê tê bilindkirin

22-08-2021
Çiyagerekî Kurd dixwaze Ala Kurdistanê li lûtkeya Everestê bilind bike
Çiyagerekî Kurd dixwaze Ala Kurdistanê li lûtkeya Everestê bilind bike
Nîşan Ala Kurdistanê Çiyayê Everestê Renc Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çiyagerê Kurd Renc Omer dibêje ew dê Alaya Kurdistanê li lûtkeya Çiyayê Everestê bilind bike.

Renc Omer ku ciwanekî çiyagerê Kurd e û projeyeke taybet heye ku biçe zincîre Çiyayên Hîmalaya û Alaya Kurdistanê ser lûtkeya herî bilind a wî Çiyayê Everestê dane.

Biryar e dawiya vê mehê ciwanê Kurd Renc Omer ê xelkê Duhokê geştekê bo welatê Nepalê bike bo cîbicîkirina planekê bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li ser lûtkeya Çiyayê Everst ku ji zincîreçiyayê Hîmalya ye.

Renc Omer diyar kir ku ew dixwaze bibe yekem Kurd ku Alaya Kurdistanê li ser lûtkeya Çiyayê Everstê çiyayî bilind dike.

Werzîşvanê Kurd Renc Omer ku sala 1986ê li Silêmaniyê ji dayîk bûye û niha şêniyê bajarê Duhokê ye, ji  Rûdawê re ragihand ku biryar e 28 vê mehê geşta xwe destpê bike ku bo dema mehekê li wî welatî dimîne û diçe ser çend lûtkeyên din û meşq û rahênanên xwe temam dike û di gulana 2022yê de Alaya Kurdistanê dibe ser Çiyayê Evrestê.

Derbarê  wê Alaya ku dixwaze li ser Evrestê bilind bike Renc Omer da xuyakirin ku sala 2019 Serok Mesûd Barzanî  ew ala weke diyarî daye wî , ji ber ku wê demê dixwest biçe ser lûtkeya Evrest lê ji ber belavbûna vîrusa coronayê geşta wî paşket. 

Herwha Renc Omer dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hemû piştevaniyek jêre nîşan daye ku bikare wî karî encam bide  û bi serkeftî vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst