Sancar: Em nebin çareserî nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di çarçoveya kampanyaya “Dem Dema Azadiyê ye” serdana Şirnexê kir û got: “Em nebin çareserî nabe”.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar di serdan xwe ya Şirnexê de got: “Em li dijî bloka zalim, li dijî desthilatê bi rêbaza tifaqa demokrasiyê bi rê ketin. Tifaqa demokrasiyê li dijî bloka neçareseriyê tifaqa çareseriyê ye. Di çavkaniya pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî de siyaseta ku naxwaze pirsa Kurd çareser bike heye. Ev blok, bloka şer e. Welêt bi siyasetên şer bi rê ve dibe û ev blok li çi derê şer hebe, hewl dide ji xwe re derfetekê biafirîne. Lewma em dibêjin em ê li dijî bloka şer tifaqa aştiyê ava bikin.”

Mîthat Sancar dibêje: “Çareserkirina pirsa Kurd ancax bi diyalog û gotûbêjê mimkun e. Ji bo vê jî divê tecrîda li Îmraliyê tekez bi dawî bibe. Têkoşîna me ya li hemberî tecrîdê, di heman demê de têkoşîna aştî û çareseriyê ye jî. Lewma em dibêjin em ê li dijî bloka tecrîdê, tifaqa diyalog û gotûbêjê ava bikin. Ev bloka li desthilatê zordar e. Dikare bi binpêkirina azadiyan û bêdengkirina gelan, opozîsyon û hemû aliyên civakê li ser desthilatê bimîne. Ji ber ku vêya dizane bi polîs, yasa û dadgehan zilmên nû pêk tîne.”

Sancar da zanîn ku ew ligel tevahiya aliyên civakê re hevîdtinan dikin û wiha pê de çû: “Em li qadan hevdîtinê bi we re dikin û guh didin gelê xwe. Me ligel rêxistinên civaka sivîl, alim û melayên xwe hevdîtin kirin. Me guhê xwe da pêşniyaran. Pêvajoya li pêş me, serdemeke biryarên girîng e. Em ê di fînalê de çi bikin, çawa tevbigerin, pêwîst e em ji gelê xwe re ragihînin . Em ê vê jî di meha Îlonê de bikin. Lê em ê çawa bikin? Em ê bi van hevdîtinan, bi dengê we, bi nêrînên rêxistinên civaka sivîl, mela û aliman rêya xwe diyar bikin. Rêya me demokrasî ye, rêya me azadî, edalet û aştî ye.”

Sancar di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê biryarên ku werbigrin wek deklerasyonekê belav bikin. Di deklerasyonê de dê pêşniyarên me li ser pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî cîh bigrin. Em ê di vê deklerasyonê de pêşî bang li civakê bikin. Em ê bang li opozîsyon, desthilat û tevgera Kurd jî bikin. Em ê van bangawaziyan jî bi tiştên ku me ji we wergirtine bikin. Rêya me diyar e. Ev rê rêya azadî, demokrasî û aştiyê ye. Li vî welatî bêyî HDPê, bêyî vîna hevpar a gelan, guherîn çênabe. Ne mimkune ku bêyî HDPê, ev pergala xirab bê guherandin. Hûn ancax bi HDPê re dikarin şer, derew, talan û rijandina xwînê bisekinînin. Em nebin, çareserî nabe, çareserî bi me re ye."

Hevdîtina li Şirnexê a bi xelkê re bi govend û şahiyê bi dawî bû.