Çîroka wê keça Kurda Êzidî ku DAIŞ daxwaza azadkirina wê dike

22-08-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Di dema desteserkirinê de negotibû ku ew ji Kurdên Êzidî ye
Di dema desteserkirinê de negotibû ku ew ji Kurdên Êzidî ye
Nîşan Kurdên Êzidî Hela Mehlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hela Mehlo keçeke Kurdên Êzidî ye û piştî revandinê di sala 2014an de jiyana hevjîniyê li gel emîrekî DAIŞê pêk anî û ev heyamek e li torên civakî bûye behseke germ û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wê tê kirin û herwiha DAIŞ jî daxwaza azadkirina wê dike û li hember jî fermanberekî Wezareta Navxwe dîl girtiye.

Hela Mehlo di operasyoneke hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê de li gel çend endamên din ên DAIŞê li Kerkûkê hat desteserkirin, lêbelê di dema desteserkirinê de negotibû ku ew ji Kurdên Êzidî ye û paşê îtîraf bi nasnama xwe kiribû.

DAIŞê 9 meh e fermanberekî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li Qeretepe revandiye û weke dîl girtiye û 10 roj danîne da ku Hela bê azadkirin û bê vegerandin bo cem wan û ew jî wî fermanberê Herêma Kurdistanê azad bikin. Eger na bi gotina wî fermanberî ku nameyeke dengî bo kesûkarên xwe şandiye dê bê “kuştin”.

Malbata Hela Mehlo niha li Kampa Şarya dijîn û hîn jî 3 bira û bavê wê bêserûşûn in. Dayik û birayekî wê keça Kurdên Êzidî serdana wê kirine û birayê wê dibêje, “Ez li gel axivîm, dixwaze vegere nav kesûkarên xwe û dayika min bibîne.”

Yekîtiya Jinên Kurdistanê pêdaçûnek bo keysa Helayê kiriye û diyar dike, nêzikî 20 roj dibe ew pirsgirêk li gel malbata wê keçê behs kirine.

Ew fermanberê Wezareta Navxwe ku DAIŞê revandiye, navê wî Celal Baban e, temenê wî 40 sal in û xelkê gundê Narên ê ser bi Qeretepe ve ye. DAIŞê bi rêya mobayla Celal peywendî bi kesûkarên wê kiriye.

Rena Mistefa, dayika Celal dibêje, “Min Celalê xwe divê û tiştek din naxwazim. Daxwaz ji kak Mesûd dikim hevkariya min bike, ew daxwaza wê jinê dikin ku li Hewlêrê desteserkirî ye.”

Li gor gotina Ciwad Baban ê birayê wî çekdarên DAIŞê bi şev Celal revandin û ew “nizanin li ku derê ye.”

Celal Baban ji roja hatiye desteserkirin ve sê caran bi rêya Telegramê peyamên dengî bo kesûkarên xwe şandine û di dawîn peyama xwe de dibêje, “Ez Celal Baban Îbrahîm. Ji bo hemû kesûkarên min ji hoza Gêj, Dewleta Îslamî ji we re radigihîne û dawî moletê bi we dide bo heyama 10 rojan ji niha ve ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê, eger na min dikujin û hûn sedema kuştina min in. Ez ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatime desteserkirin û bo heyama 10 meh e pirsgirêka min bi dawî nebûye û ez daxwaz ji hemû malbata xwe dikim, destêwerdanê bikin ji bo rizgarkirina jiyana min.”

Celal Baban û pismamê wî berî 10 rojan di dema cotkirinê de li nêzîk gundê xwe hatin revandin. Pismamê wî ku sivîl bû, li hember pere hat azadkirin û Celal ji ber pîşeya xwe ya serbazî li jêr destê DAIŞê ma.

Pismamê wî Hesen Walî ku hat berdan, dibêje, “Piştî 3 roj ji revandina me, ji min re gotin madem tu ne li gel hikumetê yî, em dê te azad bikin, lê Celal na. Paşê ez bi 57,500 dolaran azad kirim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst