Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen li dadgehê îfadeyê dide

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Qersê, Ayhan Bîlgen ku ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ye, bi tohmeta “propaganadaya ji bo rêxistina terorê” lêpirsîn di derheqê wî de hatiye destpêkirin û îro li dadgehê amade bû.

 

Di derbarê Serokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen de, bi tohmeta “propaganadaya ji bo rêxistina terorê” û herwiha “damezrandin û rêvebirina rêxistina terorê” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Li gor zanyariyan, Ayhan Bîlgen berî serdema parlamenteriya HDPê û Serokatiya Şaredariya Qersê, li ser medyaya civakî, ji bo PKKê propaganda kiriye.

 

Di çarçoveya wê lêpirsînê de, Ayhan Bîlgen bo wergirtina îfadeyan bo dadgeha Qersê hat vexwandin û îro li dadgehê amade bû.

 

Li gor agahiyan, Serdogzeriya Komarî ya Qersê, ji saetên destpêkê yên îro ve Bîlgen li pêşberî dadgehê amade bûye û li ser tohmetên ku arasteyî wî hatine kirin, îfadeyên xwe dide û parastina xwe dike.

 

Pêr Sêşemiyê 20ê Tebaxê jî, Serokê Şaredariya Qersê bi rêya parêzerê xwe bo serdozgeriyê hatibû vexwendin.

 

Derbarê vê yekê de Ayhan Bîlgen li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandibû ku di derheqê wî de dosyeyeke bi tohmeta “damezrandina rêxistina terorê û birêveberina wê” tê amadekirin û gotibû: “Ez strana bi navê qirşê biçûk dê mafê xwe ji qirşê mezin bistîne diyarî dikim.”

 

Bîlgen herwiha gotibû: “Heger hizir dikin ku ji Qersê re qeyûm danin, ez wan kesên ku bi salan li hemberî şeldandina bajêr bêdeng mane û çavên xwe lê girtine pêşniryar dikim. Hem dê burokratek bi deynan re eleqedar nebe hem jî dê dizek bêyî ku mijûlî 900 karmendan bibe dê bi kêmgiriyê berîkên xwe tije bikin!”

 

Ev yek di demekê de ye ku roja Duşemê 18ê Tebaxê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji kar dûrxistin û li şûna wan qeyûm danîn.