Jineke aware: Min ji bo zarokên xwe roja cejnê nanê sibehê bi deyn aniye

22-08-2018
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Birçîbûn û hejarî xweşiyên cejnê dane jibîrkirin
Birçîbûn û hejarî xweşiyên cejnê dane jibîrkirin
Nîşan Aware Kurdistan Iraq Hejarî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gel xelkê gund û bajarên Başûrê Kurdistanê, bi sed hezaran awareyên navîn û başûrê Iraqê çendîn sal in, cejnên xwe li kampan dikin. Awareyên li kampan ji paşguhxistina rewşa wan ji aliyê Iraqê ve, nerazî ne.

 

Awareyeke bi navê Seidiye Mihemed ku ji Mûsilê ye û hevjînê wê di bombebarana firokeyên hevpeymanan de li Mûsilê jiyana xwe ji dest daye û 8 zarokên wê hene, dibêje ku îsal ji ber dahata kêm, nekariye nanê cejnê ji bo 8 zarokên xwe amade bike û ji bo ku wan têr bike, nan bi deyn aniye.

 

Seidiye Mihemed ji Rûdawê re diyar kir: “Her ku cejn tê, êdî ez ne xweş dibin. Xwedê zane duh asayiş ji bo zarokên min çîklot kirîn alîkariya min kirin, pereyên min tine ye ku tiştek ji wan re bikirim, serê sibehê jî min bi deyn nan anî, Xwedê li jor şahid e.”

 

Birçîbûn û hejarî xweşiyên cejnê dane jibîrkirin, lê tenê zarok guh nadin vê yekê. Serkirdeyên Iraqê bi rikeberiya siyasetên xwe ve mijûl in, xelk jî ji birçîna dinalin. Niha hemû bargiranî xistine ser kampên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her roj ji deverên rizgarkirî yên Mûsilê û derdora wê bi dehan malbat vedigerin nav kampan.

 

Li gor gotina niştecihên kampan, hikûmeta Iraqê di alîkariyên cejnê de jî kampên Herêma Kurdistanê paşguh kiriye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabînkirina alîkariyên awareyan didomîne.

 

Awareyekî Mûsilê yê bi navê Ebdurehman Cebar diyar kir: “Em bû pênc sal aware ne, ji 2014an heta niha, em spasiya kampên Herêma Kurdistanê dikin û herwiha desteya birêvebirinê û spasiya rêxistinên navdewletî dikin ji bo wan alîkariyên ku pêşkêş dikin.”

 

Awareyên li kampan her cejn hêvî dikin ku vegerin cih û warên xwe, bi awayekî eşkere dibêjin ku hikûmeta Iraqê rêgir e li ber vegera wan, ji ber hêj milîsên çekdar li deverên wan serdest in.

 

Awareyekî ji devera Şingalê ji Rûdawê re diyar kir: “Em naxwazin li vir bimînin, em dixwazin vegerin, lê aramî di devera me de tine ye, weke dewletê serokwezîr dikare desthilata xwe bisepîne her derên ku bixwaze, lê naxwaze û hemû bûye milîs.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyên kampan vekiriye ji bo wan kesên ku dixwazin serdana Mûsil û deverên rizgarkirî bikin, yan jî welatiyên li wan deveran werin serdana xizmên xwe yên li kampan.

 

Neteweyên Yekbûyî ji bo başkirina jiyana nav kampên Herêma Kurdistanê dixebite, ji ber ku hêj hêviya vegerandina awareyan tine ye.

 

Berpirsê Kampên Hesen Şam û Xazir, Reşîd Derwîş ji Rûdawê re ragihand: “Li gel hemû wan rêxistinên ku taybet in li ser karûbarên penaberan, em hewl didin jiyana awareyan baş bikin û ew jî li gel me hevnêrîn in ku zêdetir alîkariya awareyan were kirin û cihên wan baştir bibin, ji bo wan kampan xweştir bikin û zehmetiyên ku hene kêm bikin.”

 

Zêdetirî 700 hezar awareyên deverên rizgarkirî di kampan de ne û ne diyar e ku çarenûsa wan ber bi ku ve diçe. Hikûmeta Iraqê çend car ji bo vegera wan zext li wan kiriye, lê belê bêyî garantiya parastina jiyana wan û nûkirina deverên wan, ew naxwazin vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst