Lîsteya Biratiya Kerkûkê îtiraz li biryara daxistina Ala Kurdistanê dike

22-08-2017
RÛDAW
Lîsteya Biratiyê îtiraz li biryara Dadgeha Kargêrî ya Iraq dike
Lîsteya Biratiyê îtiraz li biryara Dadgeha Kargêrî ya Iraq dike
Nîşan Lîsteya Biratiyê îtiraz biryar dadgeh Ala Kurdistanê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Lîsteya Biratiyê ya li Encumena Parêzgeha Kerkûkê îtiraz li biryara Dadgeha Kargêrî ya Iraq dike ku dadgehê daxwaz kiribû Ala Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin.

 

Li gor Lîsteya Biratiyê, biryara Dadgeha Kargêrî ya Iraqê ku biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê, red kiribû “destekî ji derve li paş e da ku arîşeyan di navbera pêkhateyên wî bajarî de çêbikin.”

 

Roja 28ê Adara 2017an de Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengên endamên encumenê biryar da ku Ala Kurdistanê li saziyên fermî yên Kerkûkê were bilindkirin û piştî du hefteyan, encumenê ev biryar cîbicî kir.

 

Li ser vê yekê pênc endamên Fraksiyona Tirkmenî, li dijî Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî Ii dadgehê gilî tomar kirin. Dadgeha Kargêrî ya Iraqê piştî sê rûniştinan biryar da, ku biryara encumenê hilweşîne.

 

Ev jî bû sedema nerazîbûneke tund, bi taybetî jî ji aliyê Serokatiya Encumenê û Fraksiyona Biratiyê ku piraniya endamên wê ji Kurd û Ereb û Kild û Aşûriyan pêk tê.

 

Lîsteya Biratiyê ya li Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi sê xalan him biryara Dadgeha Kargêrî red dike û him jî daxwazeke wan heye.

 

Fraksiyona Biratiyê pêşniyar kir, ku ev mijar bila nekeve nav bernameya civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê, heta ku encama bersiva yasayî û siyasiyan were dayîn, berî ku dema yasayî ya îtirazkirina biryarê derbas bibe. Ji ber vê jî civîn hate paşxistin.

 

Di xala duyem de Lîsteya Biratiyê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encumena Wezîran, polîtburoyên partiyan û fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlementoya Iraq û Kurdistanê daxwaz dike, ku di derbarê wê biryarê de bersiva wan ji Dadgeha Kargêrî re hebe.

 

Di xala sêyem de jî Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê biryar daye, ku pabendî biryara Dadgeha Kargêrî nebe û li gor wan ev biryar “destekî ji derve li paş e da ku arîşeyan di navbera pêkhateyên Kerkûkê de çêbikin.”

 

Biryar e di çend rojên dahatû de Fraksiyona Biratiyê îtiraz li biryara Dadgeha Kargêrî ya Iraqê bike û piştre dê dadgeh cardin bicive û biryara dawî dê li ser vê mijarê were dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst