Li Riha û Mêrdînê elektrîka gund û cotkaran hat qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê DEDAŞê elektrîka 12 gundan û zeviyên çandiniyê qut kir.

Ev yek bû sedema nerazîbûnê xelkê û cotkaran.

Şeva borî xelkê çend gundên navçeyê li hemberî qutkirina elektrîkê xwepêşandan kir û wan xwest ku elektrîka wan were dayîn.

Herwiha gundên Mêrdinê jî elektrîka xelkê hat qutkirin.

Serokê Komeleya Berhemhênerên Garisê yê Qoserê Hanefî Muslumoglu ji Rûdawê re got, elektrîka wan gund û cotkaran, bi behaneya ku deynê xwe nedaye, hatiye qutkirin.

Hanefî Muslumoglu eşkere kir ku tenê cotkarên 2 gundan deyndar in lê elektrîka 12 gundan li ser kesên ne deyndar jî hatiye qutkirin.

Bi gotina Muslumoglu, gundiyên wê deverê dê îro biçin Serê Kaniyê û li ber rêveberiya DEDAŞê kom bibin û maf û heqê xwe bixwazin.