Nêçîrvan Barzanî ji bo Azerbeycanê hat vexwendin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Azerbeycanê yê Îraqê ji bo beşdarbûna Lûtkeya COP29ê bi fermî dawetnameyekê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) îsal di navbera 11-22 Çiriya Paşîna 2024an de li Bakuya paytexta Azerbeycanê tê lidarxistin.

Serokê Dîwan Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Heîrî û Balyozê Azerbeycanê yê Îraqê Nesîr Mamadov civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de pêwendiyên Azerbeycanê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa herêmê hatine gotubêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve ji bo Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) hat vexwendin.