Wan: 10 kes ji ber qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 16 kes bi tohmeta “qeçaxçîtiya koçberan” hatin desteserkirin û 10 ji wan hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, di navbera 7-21ê Tîrmehê de li seranserê parêzgehê bi armanca girtina kesên ku “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” dikin operasyon hatine kirin.

Di wan operasyonan de 16 kes bi tohmeta“qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” hatin desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî îro ji wan 10 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.