Dîlok - 3 wesayît li hev qelibîn: 21 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 3 wesayît li hev qelibîn, 21 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li hêrêma pîşesaziyê ya parêzgeha Dîlokê du mînîbûsên karkeran li hev qelibîn û piştre yek ji wan minîbûsan li barhilgireke rawestiyayî daye.

Di encamê de 21 kes birîndar bûn ku rewşa yekî giran e.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên Dîlokê.