Balyozê Tirkiyeyê bersiv da hevjîna Serokkomarê Îraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Serokkomarê Îraqê Şanaz Îbrahîm Ehmedê got “Artêşa Tirkiyeyê 15 kîlometreyan derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûye.”

Herwiha Şanaz Îbrahîm Ehmedê got, “Em her roj em dîmenên zindî yên tevgera artêşa Tirk û êrişên wan li ser gundên Kurd û Suryaniyan dibînin.”

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de êriş û operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde kirin.

Di encama van êriş û operasyon de ziyaneke gelekî zêde gihiştiye gundên Herêma Kurdistanê.

Balyozê Tirkiyeyê bersiv da

Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan bersiv da rexneyên Şanaz Îbrahîm Ehmedê û got:

“Me jî ev îdiayên bêbingeh dîtin. Îdiayên navborî teqez rastiyê nîşan nadin.

Em wekî Tirkiyeyê dixwazin di her warî dê têkiliyên xwe bi Îraqê re bipêş bixin.

Di serdana dawî ya Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan a meha Nîsanê ya li Îraqê de, me bi qasî 30 peymanên ku di warên hevkariyê de hatin îmzekirin, ev îrade bi hev re piştrast kir.

Di nav warên hevkariyên navborî de têkoşîna li dijî terorê jî heye. Herwiha aliyê Îraqê di meha Adarê de PKKya rêxistina terorê wekî 'rêxistina qedexe' îlan kiribû.”

Înan herwiha amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye û Îraq îradeya pêwîst nîşan daye ku peywendiyên xwe bi taybetî têkoşîna li dijî terorê li ser esasê berjewendiya dualî ber bi qonaxeke baştir ve bibin û got:

“Em dê pêwendiyên xwe ne bi nîqaşkirina bê bingeh lê li ser projeyên berçav kûrtir bikin.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed hevjîna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû di operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de gund tên armanckirin û zeviyên çandiniyê tên şewitandin.

Şanaz Îbrahîm Ehmedê çi gotibû:

Şanaz Îbrahîm Ehmedê 17ê Tîrmehê di parvekirinên xwe de wiha gotibû:

Hate hînbûn ku di encama bombebarana dewleta Tirk de 20 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne û hat ragihandin ku tenê li gundekî ji sedî 55ê erdê çandiniyê şewitiye.

“Eger bi Enqereyê re lihevkirinek hebe divê raya giştî bizanibe”

Divê raya giştî ya Îraqê bizane ku ka di navbera Enqere û Bexdayê de yan jî Enqere û Hewlêrê de peymanek heye, ku rê bide welatekî cîran ku Îraqê wekî xaka xwe binirxîne. Eger lihevkirineke wiha hebe, divê hêrsa raya giştî li ser rayedarên Îraqî û Kurdan bê kirin.

Em berdewam raporên metirsîdar ên destdirêjiya Tirkiyeyê ya ser serweriya axa Îraqê werdigirin.

Em her roj dîmenên zindî yên tevgera artêşa Tirk û êrîşên li ser gundên Kurd û Suryaniyan dibînin.

“Artêşa Tirkiyeyê 15 km derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bûye”

Li gorî zanyariyên pêbawer ên ku ji aliyê rêxistineke çavdêr û mafên mirovan a Amerîkayê ve hatine ragihandin, artêşa Tirkiyê 15 kîlometreyan derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bûye û piraniya wan li Dihokê 238 bombebaran pêk anîne.

Sivîlên bêguneh neçar dimînin ku ji malên xwe birevin û li kampên bimînin. Ji destpêka van êrişên nû yên dewleta Tirk ve, herî kêm 602 gund di bin metirsiyê de ne. Di êrîşan de dibistanek û dêra Suryaniyan jî wêran bûn.”