Pêla germahiyê û barîna baranê berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li seranserê Tirkiye Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê li gorî hefteya borî zêde dibe.

Herwiha saziya keşnasiyê da zanîn ku dê li 6 parêzgehan jî baran bibare.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê li parêzgehên Qers, Erdexan, Erzirom û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û 2 parêzgehên Tirkiyeyê baran bibare û egera lehiyê heye.

Herwiha hatiye ragihandin ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin ku beriya niha li parêzgehên Wan, Qers û Erziromê bûbû sedema zerara madî.

Hişyarî hat dayîn ku dê îro li piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germa 3 heta 7 pileyan ji dema asayî ya demsalê zêdetir bibe.

Li gorî keşnasiyê Stenbol jî di nav de dê li hinek parêzgehan germahî 40 pileyî derbas bike.

Ji bo germahiya zêde hişyarî hat dayîn ku divê xwe ji hewaya germ biparêze û eger mecbûr nebe ji demjimêr 10:00an heta demjimêr 15:00an dernekeve derve.