9 kes ji ber dirûşma 'Bijî Serok Apo' hatin desteserkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
9 kes ji ber dirûşma 'Bijî Serok Apo' hatin desteserkirin / Wêne: Medyaya civakî
9 kes ji ber dirûşma 'Bijî Serok Apo' hatin desteserkirin / Wêne: Medyaya civakî
Nîşan Mêrsîn Bijî Serok Apo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mêrsînê 9 xort bi hînceta ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kiriye hatin desteserkirin.

Li bajarê Mêrsînê derdora 15 xortan kom bûn û bi hev re stranên Kurdî gotin û govend gerand.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, piştî ku dîmenên wan li ser medyaya civakî belav bûn, bi hêceta ku dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kiriye derbarê wan lêpirsîn da destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de 9 kes hatin desteserkirin û ji bo 2 kesên din jî bên girtin xebat berdewam dikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç wiha got:

“Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê komeke ku li ber sirûda rêxistina terorê ya cudaxwaz govend gerandiye û ji bo rêberê rêxistina cudaxwaz slogan berz kiriye lêpirsîna edlî da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 9 gumanbarên ku nasnameya wan hat tespîtkirin hatin desteserkirin.

Ji bo girtina 2 gumanbaran jî xebat berdewam dikin.

Ti însiyatîfa ku hewl bide aramiya welatê me têk bide û yekitî û hevgirtina me ya neteweyî bike hedef dê negihêje armanca xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst