Li Cindirêsê agir bi kampeke Erebên hawirde ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê agir bi kampeke Erebên hawirde ket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, agir bi Kampa El-Qelayê ya Erebên hawirde ket û di encamê de 4 kon şewitîn.

Piştre tîmên parastina sivîlan hatin agahdarkirin û agir hat vemirandin.

Di encamê de zererê madî çêbûn.

Li gorî heman çavkaniyan sedema agirpêketinê elektrîk bû.