Li Sêrtê traktor wergeriya: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrta Bakurê Kurdistanê di qezaya ku traktora biromork wergeriya de 7 kes birîndar bûn.

Traktora biromork a ku E.A. diajot, ji Gundê Okçularê bêrîvan dibirin zozanan.

Traktor ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û F.A. (22), A.A. (48), L.A. (40), S.A. (29), H.D. (41) û H.Dyê (30) ku di romorkê de bûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ambulans û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat gotin ku ji birîndaran rewşa  F.A. û L.A. giran e.