Cara ewil e roketên parastina asmanî gihîştin Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Yekem car rokêtên parastina asmanî yên Avenger gihîştin Rojavayê Kurdistanê.

Rokêtên Avenger ên Amerîkî ku wekî “AN/TWQ – 1” tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê li bargehên hêzên Amerîkayê hatin bicihkirin.

Ev rokêt heta 443 kîlometreyan diçin û balafiran dixînin xwarê.

Ew rokêt li ser wesayîtê leşkerî tên siwarkirin û bi rihetî ji cihekî dikarin ji bo cihekî din bêne birin û bicihkirin.

Ev yekemîn car e ev sîstema rokêtan ji Rojavayê Kurdistanê tê şandin.

Hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li herêmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye û rayêdarên Amerîkayê bi xwe her demê wê yekê tîne ziman.

Tirsa Tirkiyeyê ew e ku ev çekên giran bikevin destê HSD û PKKyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogn got, çekên Amerîkî yên ku di destê PKK de hene bi zorê dikevin destê Tirkiyeyê.

Rokêta sîstema parastina asmanî Avenger (AN/TWQ-1)

- Sîstemeke parastina asmanî ya Amerîkayê ye

- Li dijî balafiran hatine çêkirin

- Heta 443 kîlometreyan diçe

- Li ser wesayîtên leşkerî tên siwarkirin

- Di sala 1989an de hatiye bikaranîn

- Giraniya wan 3 hezar û 900 kîlogram e

- Dirêjiya wan 4 metre 95 cm ye

- Leza wan 98 kîlometre ye

- Bi sîstema lazer kar dike û ji sedî 100 armanca xwe pêk tîne