Li Silêmaniyê 21 endamên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê di operasyoneke hevbeş a Îraq û Herêma Kurdistanê de 21 endamên DAIŞê hatin girtin ku hin serkirdeyên wê grûpê jî di nav de bûn.

Ofîsa Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê diyar kir ku bi hevahengiya di navbera Asayîşa Niştimanî ya Îraqê û Rêveberiya Giştî ya Operasyonan a Asayîşa Herêma Kurdistanê, 21 endamên DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê girtin. 

Ofîsa Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê da zanîn ku bi hewlên istixbaratî û çavdêriya meydanî ku mehekê berdewam bû , wan kariye bi biryara dadgehê û Rêveberiya Giştî ya Operasyonan a Asayîşa Herêma Kurdistanê şaneyeke DAIŞê bigrin.

Ew şane ji 21 kesan pêkhatibû.

Du berpirsên DAIŞê jî di nav wan de bûn ku yek ji wan berpirsê ewlehiyê yê Feluceyê bû û yê din jî Alîkarê Darayî yê Dicleyê bû. 

Piştî ku lêkolîn bi wan re hatiye kirin wan itiraf kiriye ku ew DAIŞ in. 

Biryara girtinê li gorî maddeya 4ê ya yasaya terorê ji bo wan hatibû derxistin.