Li Erziromê kesekî bi çekê êrişî muxtar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê êrişî muxtarê Taxa Kurtuluşê kir û ew birîndar kir.

Li gorî agahiyan, muxtarê Taxa Kurtuluşê Kurşat Ogurlu li kolana Endustriyê ya heman taxê di nav otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.

Kesekî  bi navê M.K. bi demanceyê muxtar ji lingan birîndar kir.

Li ser agahadarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê muxtarê birîndar bi ambulansê veguhest Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.

M.K. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin lê derbarê sedema êrişê heta niha zanyarî nehatine belavkirin.