Li Erziromê kesekî bi çekê êrişî muxtar kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Êriş Muxtar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê êrişî muxtarê Taxa Kurtuluşê kir û ew birîndar kir.

Li gorî agahiyan, muxtarê Taxa Kurtuluşê Kurşat Ogurlu li kolana Endustriyê ya heman taxê di nav otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.

Kesekî  bi navê M.K. bi demanceyê muxtar ji lingan birîndar kir.

Li ser agahadarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê muxtarê birîndar bi ambulansê veguhest Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.

M.K. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin lê derbarê sedema êrişê heta niha zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Gola Hezarê di germê de ji bo welatiyan bû cihê bêhnvedanê / Wêne: AA

Gola Hezarê di germê de ji bo welatiyan bû cihê bêhnvedanê

Gola ku 26 kîlometreyan dûrî bajêr e û xwedî peraveke 56 kîlometreyan e, ​ji bo kesên ku dixwazin honik bibin û bêhna xwe bidin cihekî taybet e