Gola Hezarê di germê de ji bo welatiyan bû cihê bêhnvedanê

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Hezarê ya li navçeya Xûxê ya parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê bi avûhewaya xwe, cihên turîstîk ên peravê, bi plaj û kampên xwe mazuvaniya welatiyên li herêmê dike.

Gola ku 26 kîlometreyan dûrî bajêr e û xwedî peraveke 56 kîlometreyan e,  ji bo kesên ku dixwazin honik bibin û bêhna xwe bidin cihekî taybet e.

Kesên dixwazin havîna xwe yan jî betlaneya xwe ya dawiya hefteyê li vir derbas bikin diçin qeraxên golê,  bêhna xwe didin, ji kamp, perav, tesîsên civakî û keştiyên gerê îsfifade dikin.

“Îsal eleqeyeke baş heye”

Mehmet Bahçeciyê 14 sal in li ser golê kargehekê dixebitîne diyar kir ku Gola Hezarê derfetên baş dide gelê herêmê û wiha got:

"Em bi 22 xaniyên ji hev cihê, 40 kon, qadên seyranê, keştiyên bilez û kanoyên ku em jê re dibêjin duçerxeyên behrê xizmetê didin.

Li gorî hêviyên me îsal zêdetir eleqe li Gola Hezarê tê nîşandan."

Mirov wekî Çeşme û Bodrumê eleqeyê nîşanî wê derê didin

Mehmet Bahçecî got ji bajarên weeî Amed, Êlih, Mêrdîn, Çewlîg, Mûş, Dêrsim û Meletiyê gelek kes diçin wir û ew heyameke baş derbas dikin.

Engîn Coşkun ê ku bi malbata xwe re ji Dêrsimê çûye jî got ew der ji bo Bakurê Kurdistanê cihekî gelekî xweş e, mirov wekî Çeşme û Bodrumê eleqeyê nîşanî wê derê didin.

Bekir Avciyê ji Amedê çûye jî  got Gola Hezarê ji bo honikbûnê û bêhnvedanê cihekî wekî nîmetê ye.

Metîn Şahîn û Ozcan Topal jî anîn ziman ku ew der ji bo wan cihekî xweş e û ew pêşniyazê her kesî dikin ku ew biçin û wê derê bibînin.