Li Dêrsimê 6 endam û rêveberên IHDyê hatin desteserkirin

22-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim IHD Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) xwest derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de daxuyaniyekê bide, lê polîsan rê nedan. Şeş endamên IHDê ku dixwestin daxuyaniyê bidin hatin desteserkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) ragihandibû ku demjimêr 12:00 li Meydana Seyîd Riza derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de dê daxuyaniyekê bide. Parêzgariya Dêrsimê jî nîvê şevê bi biryarekê ragihandibû ku bo dema rojekê hemû çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) bi armanca daxuyaniyê bidin çapemeniyê hatine Meydana Seyîd Riza lê polîsan rê nedan. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Dêrsimê Gurbuz Solmaz û Rêvebera Şaxa IHDyê Gonul Sanbahar jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ku bi zorê li otobûsê hatin siwarkirin, bi armanca pişkinîna tendirûstî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin birin. Hat zanîn ku piştre dê bo Rêveberiya Ewlekariyê bên birin û li wir îfadeya wan bê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir