Agir bi otelê ket: 2 geştiyar mirin, 10 jî birîndar bûn

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Antalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê ya Tirkiyê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi hotêleke butîk ket û li gor zanyariyên destpêkê, 2 geştyaran canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Kolana Hesabçi ya Taxa Barbaros a Muratpaşa qewimî. Piştî dûkel ji hotêla butîk a duqatî bilind bû, tîmên Berevaniya Şaristanî, polîs û tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî midaxeleye tîmên Berevaniya Şaristaniyê agir hat kontrolkirin û li gor zanyariyên destpêkê 2 geştyarên Libnanî canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn, rewşa 2 birîndaran giran e. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Heta niha nayê zanîn ka agir ji ber çi derketiye û nasnameya kesên canê xwe ji dest dane û birîndaran jî nehatiye eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst