Leşkerê ku baskê helîkopterê lê ket mir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Başûrê Kurdistanê de leşkerekî wan miriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duh li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Enes Kirmizikoç di encama lêketina perwaneya helîkopterê de bi giranî birîndar bûye.

Wezarêtê da zanîn ku Kirmizikoç rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan miriye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.