Bekir Bozdag: Em derbarê girtiyên nexweş de pêngavên nû diavêjin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiye ragihand, ew dê di rojên pêş de derbarê girtiyên nexweş ên di girtîgehên wî welatî de hinek pêngavan biavêjin û got ku ew ji bo wergirtina çareseriya girtiyên nexweş û ew girtiyên ku nikarin jiyana xwe li girtîgehê dewrbas bikin di nav hewldan û amadekariyan de ne.

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekîr Bozdag îro 22ê Temûza 2022ê li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di vekirina projeya tesîseke li girtîgeheke wê parêzgehê de derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên  wî welatî de de, bi taybet girtiyên nexweş û îşkencekirina girtiyan ji aliyê karmendên girtîgehan ve axivî.

Di sala 2021ê de 18 girtiyên nexweş ku nexweşiyên wan giran in li girtîgehên Tirkiye canê xwe ji dest dane. Bozdag derbarê mijarê de  amaje bi wê yekê da ku ew  dê di rojên pêş de derbarê girtiyên nexweş de pêngavan biavêjin û got: “Ez dixwazim bo hemû raya giştî ya Tirkiye ragihinîm ku em li aliyekê derbarê çareseriya girtiyên nexweş û li aliyê din jî derbarê ew girtiyên ku nikarin bi tenê  li girtîgehan jiyana xwe derbas bikin hewla amadekarî û serarastkirinên nû didin.”

Bekîr Bozdag red kir ku li ti girtîgeheke Tirkiye îşkence li girtiyan bê kirin û got: “li Tirkiye kî îşkenceyê li kesekê bike eger salek an sed sal jî derbas bibin  ji hesabdayîna li pêş darazê rizgar nabe.”

Li gor Amarên Komeleya Mafên Mirov a Tirkiye (ÎHD)   li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2021ê de 1605 girtiyên nexweş hene ku  nexweşiyên 600 ji wan giran in.

Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekîr Bozdag di axavtina xwe de wiha got “Li girtîgehan welatiyên me yên girtî û nexweş hene, herwiha kesên ku ne welatî û  biyanî jî hene.  Me biryar daye di rojên pêş de , derbarê girtiyên nexweş de karên nû bikin. Em weke wezareta dadê li ser wê yekê kar dikin ku ev sererastkirinên nû bi awayekî  zêdetir mirovî  dê çawa di  yasayên me yên heyî dê bên bicihkirin. Niha derbarê ew nexweşên ku nikarin jiyana xwe li girtîgehan derbas bikin sererastkirinek me heye, lê em dibînin ku di bicihanîn û meşandina vê yekê de gelek pirsgirêk hene. Ji ber wê jî em bi biryar in ku ji bo nehiştina van pirsgirêkan pêngavan biavêjin.

Ez dixwazim ji vir ji Qersê bo hemû raya giştî ya Tirkiye ragihinîm ku em  li aliyekê derbarê çareseriya girtiyên nexweş de û li aliyê din jî derbarê ew girtiyên ku nikarin bi tenê  li girtîgehan jiyana xwe derbas bikin de hewla amadekarî û serarastkirinên nû didin. Em dixebitin. Bi hêviya xwedê eger xebatên me bi dawî bûn em dê hurgûliyên wê bi raya giştî re parvebikin û derbarê pêkanîna van pêngavan de jî em dê amdekariyên xwe  weke reşnivîsekê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiye, Grûba Ak Partî û Hevpeyamana Cumhur bikin.”