Serkirdeyekî Asûrî: Tirkiye ji bo êrîşên xwe PKKê wek hincet bi kar tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê gelek caran di topbarankirina xwe ya ser Til Temir û gundewarên wê, gundê Aşûriyan armanc dike. Derbarê gefên Tirkiyê bo encamdana operseyoneke nû ya ser Rojavayê Kurdistanê, Serkirdeyekî Rêxistina Asûrî ya Demokrat ji Rûdawê re ragihand ku gefên Tirkiyê ciddî ne û Tirkiye hinceta hebûna hêzên ser bi PKK û YPGê bikar tîne.

Rêveberê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan jî dibêje ku heta niha jî ew nizanin ku Tirkiye heta çi radeyê cidî ye di encamdana operasyoneke wiha de lê bi hebûna axaftinê derbarê êrîşekê, rewşeke nearam dirust dibe û pêkhateya Kiristiyan jî ziyanê dibîne.

Li lûtkeya Tehranê, helwestên Îranê û Rûsyayê û her wiha helwesta Amerîkayê hatin diyarkirin ew operasyona Tirkiyê li ser navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, red dikin.

Serkirdeyekî Rêxistina Asûrî ya Demokrat Beşîr Ishaq Seidî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku gefên Tirkiyê cidî ne û Tirkiye hinceta hebûna hêzên ser bi PKK û YPGê bikar tîne, êdî ev rewşa necîgir bandorê li ser pêkhateya Kiristiyan dike û êrîşeke wiha dê pêla koçberbûnê bêhtir bike.

Beşîr Seidî behsa rola Rêveberiya Xweser kir ku weke pêwîst rêkar nedane ber xwe, pêşniyar jî dike, Rêveberiya Xweser û HSD kongreyeke niştimanî ji bo vê navçeyê li dar bixin, bi mebesta hilbijartina serkardayetiyeke nû ji navçeyê re.

Endamê Serkirdayetiya Rêxistina Asûrî ya Demokrat Beşîr Ishaq Seidî anî ziman, “Ez guman dikim Rêveberiya Xweser bi rola dabînkirina parastina pêwîst û korîdor û navçeyên ewle ji bo koçberbûna xelkên sivîl ji jin, zarok û kal û pîran, eger hat û ev êrîş pêk hat. Wê torek ji tunêl û xindeqan cîbicîkiriye û biryara rewşa awarte ragihandiye lê welatiyê asayî nizane çawa reftarê bike ne jî Rêveberiya Xweser planek jê re daniye ji bo dabînkirina parastina welatiyan. Bi nerîna min, take çare ji bo dûrxistina vê navçeyê ji bêserûberî, wêranî, operasyonên leşkerî û vê êrîşê ew e ku rêgirî li ber hincetan bê kirin, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve.”

Rêveberê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta niha jî ew nizanin Tirkiye heta çi radeyê ciddî ye di encamdana operasyoneke wiha de lê bi hebûna axaftinê derbarê êrîşekê, rewşeke nearam dirust dibe û pêkhateya Kiristiyan jî ziyanê dibîne.

Rêveberê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî got, “Tenê dema em behsa êrîşeke leşkerî li ser navçeyekê dikin, ev yek dihêle em Kiristiyanên Kildo-Aşûrî-Siryan hest bi tirs û bêzariyê bikin li ser paşeroja xwe û hejmara mayî ji hebûna me li wê navçeya ku şerê li wî welatî ew ji nav biriye. Her wiha serederiya xirab a rêveberiyên defakto ligel hemerengiyê û hebûna Kiristiyanan li Herêma Cizîrê. Bi rastî, eger ev gotinên derbarê êrîşeke Tiriyê li ser navçeyê ciddî bin, dê ji bo Kiristiyanan metirsî û bêzarbûn be, herwiha çi operasyonên leşkerî bin, ji bilî wêranî, têkdan û koçberkirinê naynin, weke ku li navçeyên din heman rewş çê bûn, lewma jî rewş metirsîdar e û em çaverêyî corekî ji hêwiriyê ne, ji hemû aliyan. Di heman demê de, em naxwazin navçeyên me bibin seko ji bo encamdana êrîşan li dijî vê dewletê ya dewleteke din.”

Bi sedema nebûna amar û serjimêriyên fermî hejmara rasteqîne ya Kiristiyanan li Rojavayê Kurdistanê bi zelalî nehatiye diyarkirin.

Rêveberê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî, ji Rûdawê re ragihand ku, ji tevahiya 250 hezar Kiristiyanên Cizîrê tenê 25 hezar kes mane.

Berpirsê siyasî yê Rêxistina Asûrî ya Demokrat, Gabriyêl Mûşê Gewriyê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku li Cizîra Rojavayê Kurdistanê berî sala 2011an, derdora 150 hezar Kiristiyan hebûn lê aniha hejmara wan di navbera 40 hezar heta 45 hezar kesî ye.