Li Efrînê êrîşî rêbendeke grûpa El-Emşat hat kirin

22-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, êrîşî ser rêbendeke grupa El-Emşat li nahiya Şiyê hatiye kirin û 2 çekdarên wê grûpê hatine kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çekdarên nenas êrîşê wê rêbendê kirin û di encama êrişê de 2 çekdarên Lîwaya Sultan Suleyman Şah a ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin.

Navê kuştiyan Welîd Hesen û Ehemed Mistefe Elebd hatiye ragihandin.

Ev demek e ku rêbenên grupên çekdar li Efrînê rastî êrîşan tên û rojane li navçeyên cuda yên Efrînê di navbera grupên çekdar bi xwe de şer û alozî derdikevin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wî welatî de ye.

Artêşa Tirkiyê di dawiya zivistana 2017an de êrişî herêma Efrînê kir û piştî nêzîkî du mehan şer, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser ji herêmê vekişiyan û Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst