Wezareta Navxwe ya Kurdistanê hûrgiliyên çûna Daliya Mehmûd Muslim aşkere kir

22-07-2020
RÛDAW
Nîşan Daliya Mehmûd Muslim Biraziya Salih Muslim Kurd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên hatina biraziya Salih Muslim, Daliya Muslim bo Herêma Kurdistanê û bi qaçaxî derbasbûna wê bo Tirkiyê û gihîştina wê bi malbata Selamî Remezan Mihemed (Selamî Yilmaz) belav kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “piştî lêkolînên sazî û dezgehên ewlehiyê li ser çawaniya çûna Daliya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê, bi rêya kefîkê kesa navborî li Herêma Kurdistanê yê bi navê Beyar Ehmed Seîd ku bazirganekî nîştecihê Duhokê ye, me karî zanyariyên bêtir bi dest bixin û rastiyên derbasbûna Daliya Mehmûd Mslim bo nav axa Tirkiyê aşkere bikin.”

Wezareta Navxwe dibêje: “Beyar Ehmed Seîd ku akinciyê bajarê Duhokê ye û karê bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dike, behsa çawaniya vegera Selamî Yilmaz û paşê çûna bi qaçaxî ya Daliya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê dike. Beyar nêzîkatî û peywendî li gel malbata Selamî Yilmaz hebpûye, di dema hatina Daliya Muslim bo Herêma Kurdistanê de, Beyar li ser daxwaza malbata Selamî Yilmaz dibe kefîlê wê û li gel Selamî Yilmaz wê li mala xwe dihewîne.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Piştî vegera Selamî Yilmaz bo Tirkiyê, Daliya li mala Beyar dimîne û paşê li ser daxwaza malbata Selamî Yilmaz, bi rêya qaçax rê dişîne Tirkiyê. Beyar, Daliya dide destê wî qaçaxçiyê ku malbata Selamî Yilmaz jê re destnîşan kirine û rêkeftin pê re kirine. Piştî ku Daliya digihe malbata Selamî Yilmaz, wek di wêneyan de xuya dibe, peywendiya Beyar li gel wan berdewam dibe û malbata Selamî ji Beyar re dibêjin, ku Selamî û Dliya gihîştine hev û xwe radestî polîsê bajarê Mêrsîna Tirkiyê kirine û dixwazin piştî xwenasandina bi polîs, bizewicin û bi hev re bijînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha têkildarî wan zanyariyan vîdeoyek jî belav kiriye û di daxuyaniya xwe de ragihandiye: “Wek di peywendiya vîdeoyî de jî xuya ye, Selamî Yilmaz bi aşkere ji Beyar Ehmed re dibêje, ku Daliya bi rêya qaçax derbas bûye û hatiye cem zilamê xwe û peywendî bi ti kesî ve nîne û xwe radestî polîsê Tirkiyê kiriye li Mêrsînê û tenê wî bi xwe û Daliyayê ew kar encam dane.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Mixabin di rojên bihorî de xelkekê xwastin rastiyan biguherin û bazirganiyê bi vê babetê bikin. Em di demekê de ku wan zanyariyan aşkere dikin, em careke din amadebûna xwe bo lêkolînên zêdetir di vê derbarê de nîşan didin. Em hêvîdarin êdî ev mijar ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn û dest ji jiyana civakî û taybet a Daliya Mehmûd û Selamî Yilmaz bê berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst