PAK: Em welatperwerê Kurd Simkoyê Şikak bibîr tînin

22-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Urmiye Simko Şikak Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadî ya Kurdistanê di salvegera şehîdkirina rêberê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê, Simkoyê Şikak de ragihand, “em di 90emîn salvegera şehîdkirina wî de, serokê yek ji serhildanên herî mezin ên  Rojhilatê Kurdisranê, welatperwerê Kurd Simko Axayê Şikak û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi boneya 90mîn salvegera şehîdkirina rêber û serkirdeyê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îranê ve daxuyaniyek weşand.

PAK dibêje, “Simkoyê Şikak serokê yek ji serhildinên miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû” û tekez dike, Simko Axayê Şikak, “ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd di sala 1905an li himberî Dewleta Îranê şerekî netewî destpê kir.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, PAK diyar dike, ku Simko ku li ser daxwaza Îranê bo danûstandinan çûbû bajarê Şinoyê, lê belê li wê derê “bi pilana şahê wê demê yê Îranê, Riza Şah ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.”

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Em welatperwerê Kurd Simkoyê Şikak (Simayîl Axayê Şikak) bi giramî bibîr tînin

Simkoyê Şikak  (Simayîl Axayê Şikak) serokê yek ji serîhildinên  miletê Kurd  li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Simayîl Axayê Şikak ku weke Simkoyê Şikak an jî Simko Axa tê nasîn, 90 sal berê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara Şahê wê demê yê Îranê, Riza Şah ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Simayîl Axayê Şikakî di sala 1887ê li Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Kurê Mihemed Axayê serokê hoza Şikak e.

Simko Axayê Şikak, ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd di sala 1905an li himberî Dewleta Îranê şerekî netewî destpê kir. Serîhildana Simko Axa nêzî 25 salan dom kir û  nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdarîya Dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberîyek taybet ava kir.

Simkoyê Şikak di 25 salên serhildana xwe de, rastî gelek serkeftin û şikestinan hat. Herî dawî piştî ku Hikûmeta Îranê bikarîbû serîhildana wî bişkîne, Simko Axa derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bû. Piştî demekê li ser banga Dewleta Îranê ya ji bo muzakere û danûstandinan, di 21ê Tîrmeha 1930an de Simko Axa çû bajarê Şinoyê û li wê derê  bi pilana Riza Şah ji alîyê hêzên Dewleta Îranê ve hat şehîdkirin.

Em di 90emîn salvegera şehîd kirina wî de, serokê yek ji serîhildanên herî mezin ên  Rojhilatê Kurdisranê, welatperwerê kurd Simko Axayê Şikak û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst