HUDA-PAR: Divê îradeya siyasî xwe ji kiryarên nijadperest dûr bixe

Hewlêr (Rûdaw) – HUDA-PARê li ser mijara êrişa li Hewlêrê û derbarê bûyera êrîşa ser geştyarên Kurd ali Trabzonê nirxandinke kir û ragihand ku divê îradeya siyasî xwe ji gotinên û kiryarên nijadperst dûr bixe.

 

Di civîna heftane ya HUDA-PARê de mijara êrişa li teqekirinê li Hewlêrê, ku di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe des ji dest dan û êrişa nijadperest a li dijî geştyarên Kurd li Trabzonê hat nirxandin.

 

HUDA-PARê diyar dike ku bi êrişa li Hewlêrê aliyên li pişt êrişê xwestine peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ku niha ber bi başiyê ve diçe, vegerînîn rewşa piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê û hebûna PKKê li herêmê bihêz bike.

 

Di daxuyaniya HUDA-PARê de hatiye gotin ku parastina hemahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û bihêzkirina polîtiyakayên di berjewendiyên gelên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de dê bandora alozîxwazan li ser raya giştî kêm bike.

 

Li ser bûyera ku grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, ku ji 50 kesan pêk hatibû, ji ber ku xwestibûn bi Ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykara ya Trabzona Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn HUDAPAR wiha dibêje:  “Em di serî de wê bûyara êrîşa nijadperst û desteserkirin û  detrsînorkirina geştyaran bi tundî şermezar dikin. Karê yekem ê pêwîst ew bû ku êrişker ji aliyê îradeya siyasî û dezgehên peywendîdar ve bêne mehkûmkirin, lê şûna wê helwesteke ji êrîşê xetertir; desteserkirin û dersînorkirin tercîh kirin. Ligel naskirina rêveberî, statû û ala Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Iraqê ve ev yek hatiye encamdan.”

 

HUDA-PAR dide zanîn ku Herêma Kurdistanê yek ji welatên ku Tirkiye herî hinardeyê bo dike û dibêje: “Sedama kîn û hêrsa niha îradeya siyasî bixwe ye. Divê îradeya siyasî xwe ji gotin û kiryarên siyasî dûr bixe. Civak ew qas hatiye tejîkirin ku di bûyerên wiha yên biçûk de jî dest bi lînçkirina xelkê dikin. Hiqûka birayetiyê hatiye korkirin û siyasete cihê hatiye pêkanîn.

 

Grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, ku ji 50 kesan pêk hatibû, ji ber ku xwestibûn bi Ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykara ya Trabzona Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn.

 

Piştî êrişê 9 kes ji geştyarên Kurd ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan.

 

Têkildarî bûyera êrîşa ser geştyarên Kurd de, Parêzgarî û herwiha Serdozgeriya Trabzonê daxuyanî dabûn û ragihandibûn, ku di derheqê wan geştyarên Kurd de ku Ala Kurdistanê bi wan re bûye, lêpirsîn dê bê kirin.

 

Piştî derbasbûna çend rojan, Serdozgeriya Komarî ya Trabzonê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku nasnameya kesekî di nav grûba êrişkar de hatiye tespîtkirin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Herwiha hat diyarkirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, Ala Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de yasayî ye û daxwaz kiribû, geştyarên Kurd bi zûtirîn dem bên berdan.

 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû gotin: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî nîşandana nîgeraniya xwe li ser vê bûyerê, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî erkdar kirine, ku li gel berpirsên Tirkiyê bikevin têkiliyê, da ku bi zûtirîn dem geştyarên Herêma Kurdistanê bêne azadkirin.”