Erdhejekê Rojhilat û Başûrê Kurdistan hejand

22-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Erdhej Rojhilatê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Kirmaşan Silêmanî Hewlêr Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li erdhejekê bajarên Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hejand.


Li gor agahiyên berdest erdhejek bi pileya 5.9 navenda wê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bû çend bajarên wek Sine, Kirmaşan, Îlam û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê û Hewlêr, Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistanê hejand.


Li gorî agahiyên destpêkê yên Navenda LêkolÎnên Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê erdhej bi lerza 5.9 û bi kurahiya 8 kîlometreyan rû daye û navenda wê Taza Abad ya ser bi parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ve ye.


Erdhej di saet 13.15an de pêk hate û heta amadekirina vê nûçeyê derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst