Partiya Sûriya Pêşerojê navenda xwe li Hesekê vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sûriya Pêşerojê navenda xwe ya Cizîrê li bajarê Hesekê vekir û serokê wê Partiyê da xuyakirin, ku ew niha ji bo bidawîanîna şerê li Sûriyê û vegerandina penaberan kar dikin. Ibrahîm Qeftan herwiha got, dê Partiya Sûriya Pêşerojê bibe parçeyeke giring a rêveberiya herêmê.

 

Li navenda xwe ya nû, Partiya Sûriya Pêşerojê, hevpeyvîneke vekirî bi çend rewşenbîr û kesayetiyên naskirî yên çend navçeyên parêzgeha Hesekê re saz kir, û têde rewşa herî dawî ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hat gotubêjkirin.

 

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ibrahîm Qeftan taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku divê berî her tiştî, danûstandin di navbera xelkê Sûriyê bi xwe de çê bibe, daku şer bi dawî bibe.

 

Qeftan herwiha got, ku dê partiya wan hewl bide li deverê beşdariyê di rêveberiyê de bike, daku ew bibin beşekî giring ji van rêveberiyên ku hatine avakirin.

 

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ji Rûdawê re got: “Ji karên herî pêş ên li ser maseya Sûriyê ev e, ku diyalog hebe, ev gelek giring e. Vegera koçberan û helbet rawestandina rijandina xwînê ye, lê ti xebateke ciddî li ser van xalan nehatiye kirin. Li wan navçeyan em dê karê rêveberiyê bi pêş bixin û berfirehtir bikin, ew jî bi rêya şandeyên me yên Partiya Sûriya Pêşerojê bo wan navçeyan. Dê Partiya Sûriya Pêşerojê bibe parçeyeke giring a rêveberiya wan herêman û em rijdin li ser wê ku karê rêveberiyê bi rêyên rast û guncaw dibe.”